Îlon 17, 2017 11:35 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Rûniştina NY derfeteke baş e ji bo gihandina dengê netewê Îranê bo cîhanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Rûniştina salê ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derfeteke baş û guncaw e ji bo gihandina dengê netewê Îranê bo guhê gelên alemê û ji holê rakirina şik û gumanên raya giştî ya Amerîka û Rojavayê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî vê sibehê berî ku terka Tehranê bide ji bo ku here Newyorkê bona beşdariya li rûniştina heftî û dudiyan a Civata Giştî ya NY ji nûçegihanan re got: Ji bilî axivtina li rûniştina NY bi rêveberên medyayê, siyasetmedar û berpirsên ramangehên Amerîkayê re û bi serok û rêberên îslamî yên vî welatî û bi îraniyên rûniştiyên  Amerîkayê re wê hevdîtinê pêk bîne û bi wan re gotûbêjê bike.

Ruhanî herwiha got: Li vê seferê de wê bi serokên welatên Beljîka, Swêd, Otrîş, Fransa, Brîtanya, Japonya, Pakistan, Afrîqaya Başûrê û Bolîvyayê rehevdîtinê pêk bîne û wê bi wan re ser pêwendî û hevkariyên du alî, pirsgirêkên navçê û Lihevkirina Navokî û qirkirina misilmanan li Miyanmarê gotûbêjê bike.

Ruhanî herwiha got: Li kêleka civîna Civata Giştî ya NY, wê rûniştina  Rêxistina Hevkariya Îslamî ser rewşa misilmanên Miyanmarê û qirkirina wan jî pêk were û civînek jî wê li bara hawîrdorê û av û hewayê wê bi rê keve.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha Lihevkirina Navokî, hevhetinek da zanînê ku ser xêr û kara ewlekarî, îstiqrar û geşatiya navçê û cîhanê ye û got: Dijberên vê Lihevkirina Navneteweyî ne pir in.

Ruhanî herwiha bal kişand ser propagandeyên welatên rojavayê bi taybet Amerîkayê li dij Îranê û got: Ev propagandeyana li bara welatên Îslamî bi taybet li bara Îranê ji rastiyan pir dûr in û Îran li rûniştina NY wê helwêsta xwe bi zelalî raber bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Îran hez dike bi cîhanê re pêwendiya baş  û sûdmend hebe û got: Krîza Rojhilata Navîn, rêçareya leşkerî tine  û ev krîza bi gotûbêjên dîpliomatîk û siyasî tê çareserkirin û pirsgirêka terorîsmê jî bi hevkariya gişt werlatan ji holê radibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî vê sibehê terka Tehranê da ji bo çûyîna Newyorkê û beşdariya li rûniştina heftî û dudiyan a Civata Giştî ya NY li vî bajarî de.