Îlon 17, 2017 10:18 Asia/Tehran
  • Alîkariyên Îranê ji bo misilmanên Miyanmarê di navbera wan de hat parvekirin

Barê yekem ê alîkariyên mirovdostane yên Heyva Sor a Îranê ku ji bo misilmanên Miyanmarê çandibû Bengladêşê, di navbera wan hat belavkirin .

Li gorî ragihandina IRNA, Barê yekem ê alîkariyên mirovdostane yên Heyva Sor a Îranê ku 40 ton madên xwarekê , dewa û derman, ferafol, xîvet, peto û cil in, duh bi hevahengî û çavdêriya Heyva Sor a Bengladêşê,  di navbera misilmanên Rohîngaya Miyanmarê de li kampên Ûxiya, Tenkalî û Kûtûbalango yên başûra rojavaya Bengeladêşê hat parvekirin.

Serokê saziya Hawargihêştin û filitandinê ya Heyva Sor a Îranê Murteza Selîmî duh li dema parvekirina van alîkariyan got: Ev barê alîkariyan ku me ji misilmanên Miyanmarê re aniye 40 ton madên xwarekê , dewa û derman, ferafol, xîvet, peto û cil digire ber xwe.

Alîkarê wezîrê derve yê Îran yê karûbarên Asiya û Oqyanûsyayê Îbrahîm Rehîmpûr jî ku bi vî barî re çûye Bengladêşê roja înê hêvîdariya xwe diyar kir ku li vê seferê de bikare parek ji pirsgirêkên misilmanên Miyanmarê çareser bibe. Wî desnîşan kir ku li vê seredanê de riyên alîkariya bo misilmanên Miyanmarê tê hilkolandin.

Rehîmpûr herwiha got ku li civîna pêşerojê ya Civata Giştî ya NY serokê Komara Îslamî ya Îranê û wezîrê derve wê pirsgirêka misilmanên Miyanmarê bêxin rojevê.