Îlon 17, 2017 09:59 Asia/Tehran
  • Ruhanî çû Newyorkê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ji bo beşdariya li rûniştina heftî û dudiyan a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji Tehranê bi rê ket ji bo ku here Newyorkê.

Li gor rapora nûçegihanê IRIB Newsê, serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ji bo beşdariya li rûniştina heftî û dudiyan a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  û axivtina li vê rûniştinê di roja çarşemiya pêşber de çû Newyorkê.

Dîtina îraniyên rûniştiyê Amerîkayê û dîtina misilman û bijareyên çandî û siyasî yên vî welatî û gotûbêja bi nûçegihan û rojnamevan û herwiha gotûbêja bi rayedarên hin welatên cîhan yên beşdarê rûniştina Civata Giştî ya NY, li çarçova bernamên serokê Komara Îslamî ya Îranê li Newyorkê ne.

Alîkarê zanistî û teknolojiyê Sorna Setarî û alîkarê aborî yê serokomarê Îranê jî pêra çûne Newyorkê û wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf jî du rojan berî viya çûye Newyorkê.