Îlon 14, 2017 16:28 Asia/Tehran
  • Îran di nav 4 welatên xwedan teknolojiya satlaytî

Şiwirkarê fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Îran di nava 4 welatên xwedanê karayiyên pêşketî yên berhemanîna satlaytan cih girtiye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Emîr Sertîp Muhemed Hesen Namî Şiwirkarê fermandarê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro pêncşemê li parêzgeha Elburz`ê li rojavaya Têhranê got: Roja îro Îran ji babeta xebatên satlayîtê yên wekî şandina satlaytan, rawestgehên wergirtin û kontrolkirina agehdariyên gihêştiye asteke bilind û kêrhatî û di nav 4 welatên xwedanê karayiyên pêşketî yên satlaytan cih girtiye.

Emîr Sertîp Muhemed Hesen Namî destnîşan kir; Îran ji nezera zanista Nanomolkolî, doxtorî û zanista hewa-fezayê jî pêşketiye û niha ber bi teknolojiya çêkirina endamên bedena mirov ber bi pêş diçe.

Şiwirkarê fermandarê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê herwisa bal kişande ser pêşketinên welêt li bara çêkirina mûşekan û destnîşan kir; Komara îslamî ya Îranê roja Îro li navçê û cîhanê ji nezera Jeopolitîk û siyasî welatekî bi hêz û qawet tê naskirin.