Îlon 14, 2017 16:12 Asia/Tehran
  • Wilayetî:

Rawêjkarê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî got: ``karê Amerîkiyan ê qedexekirina firotina firokeyan bo Îranê binpêkirina Lihevkirina Navokî ya di navebra Îran û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar e``.

Kongreya Amerîkayê roja Çarşemiyê di çarçova pêngavên Waşîngtonê yên dijî Lihevkirina Navokî ya di navebra Îran û Koma 5+1`ê  de, du pêşnumayên zêdekirî ji aliyê parlementerekî komarxwaz li bara rawestandina firotina firokeyên rêwîhilgir bo Îranê pesind kirin û firotina van balafiran qedexe kir.

Pêştir jî Stîven Mnûçîn wezîrê xizînedariya Amerîkayê ragihandibû ku wezareta xizînedariya Amerîkayê mijûlî venihêrîna li îznên raberkirî bo Kompaniyên Boeing û Airbusê ji bo firotina firokeyan bo Îranê ye.

Rawêjkarê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî, Elî Ekber Wilayetî roja Pêncşemiyê bi gotina vê yekê ku Îranê hewcetiya xwe bi firokeyên amerîkî tune, got: ``Komara Îslamî ya Îranê dikare hewcetiyên xwe li hundir an ji riya welatên din dabîn bike``.

Rawêjkarê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî her wiha got: ``Ev pêngava bi dijminatî ya Amerîkayê dê li civîna din a ``Taxima Çavdêriya li ser Lihevkirina Navokî`` were hilkolandin û bersiva guncaw bo wê dê were dayîn``.

Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji Çileya 2016`an va ketiye warê cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wekî endamekî vê komê her tim ew binpê kiriye.

Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump her tim berovajî aliyên din ên Lihevkirina Navokî, ev lihevkirin wek lihevkirineke bixeter daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin; Lê cîhan li dijî vî karê bi dijminatî yê serokoamrê Amerîklayê ye.