Zerîf: Putîn dixweze ku peywediyên Rûsiyê bi Îranê re berfireh bibin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Serokkomarê Rûsiyê hez dike ku peywendiyên welatê xwe bi Îranê re berfireh bikin û peywendiyên heyî dikarin hîn zêdetir xurt û berfireh bibin.
Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê nivîsgeha çapemeniyê ya koşka Kirimlînê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, berêvara roja çarşemiyê piştî hevdîtina bi Viladimîr Putîn serokkomarê Rûsiyê li bajarê Sûçiyê ji nûçegihanana re tekez kir: Li gotûbêja bi serokkomarê Rûsiyê re her du aliayn tekez kirin ku rêketinnama navokî nayê muzakirekirin û hevhatineke giştalî ya navneteweyî ye û divê hemî alî ser rêketinnama navokî bisekinin.
Zerîf her wiha destnîşan kir: Hevkariiyeke baş navbera Îran û Rûsiyê jibo pêkanîna aramiyê li Sûriyê heye ku em hêvî dikin li civîna muzakirên aşitiya Sûriyê li bajarê Astanê, paytexta Qezaqistanê, serketinên baştir jibo damezrandina aramiyê û destpêbûna pêvajoya siyasî li Sûriyê pêk werin.
Wezîrê karên derve yê Îranê tev Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî hevdîtin pêk anî û alugurên giring ên navça Rojhilata Navîn bi wî re hilkolad.
Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li vê hevdîtinê, sekinîna Îranê ser pêsipartên xwe li gorî rêketinnama anvokî piştrast ki.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha ser gotûbêja welatên ereb ên navçê tev Komara Îslamî ya Îranê tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê siab roja çarşemiyê jibo hevdîtina bi berpisrên pilebilind ên Rûsiyê sefera bajarê Sûçiyê, cihê jiyana fermî ya Viladîmîr Putîn ya li havînan kir.