Berteka Îranê li hember daxûyaniya wezîrên derve yên Yekitiya Ereban
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir ku helwsêtên nemaqûl dibin sedema çêbûna qeliştên zêdetir li nav welatên navçê.
Li gorî rapora IRNA`yê, berêvariya roja çarşemiyê li berteka li hember daxûyaniya dawiyê ya civîna wezîrên karên dreve yên Yekitiya Ereban, hilêxistina îdiayên li bara giravên îranî şermezar kir û raghand: Helwêstên nemaqûl dê bibin sedema derketina hin qeliştan li nav welatên navçê û paşdeketina hevkariyên biarmanc û kêrhatî yên navçeyî.
Qasimî daxûaniya dawiyê ya 146`mîn civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya Ereban li Qahirê û gotinên nunerên Îmaratê û Kuweytê li bara giravên îranî- Ebûmûsa-Tunba mezin û Tunba biçûk, helwêstên bi vî rengî nîşana xerez û armancên siyasî û fehmnekirina rasitiyên dîrokî da zanîn.
Berdevkê wezareta derve ya Îranê her wiha tawanên pûç û bêbingeh ên nunerê Kuweytê li dijî Îranê li vê civînê red kirin û got: Wer tê xûyanê dubarekirina tawanên wiha pûç tevî rewşa aloz a civîna duh a Yekitiya Ereban zêdetir jibo xalifandina raya giştî ji rasitiyên heyî be.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Daxûyaniya dayî mînaka eşkere ya mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatên din e û em tevî sekinîna ser kiryarên qanûnî û rewa li welatê xwe, hilêxistina îdiayên bi vî rengî li bara giravên îranî bi tundî şermezar dikin û naveroka wê red dikin.
Qasimî tekez kir: Siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê li hember welatên derdora kendava Farsê- parastina cînaretiya qenc- rêzgirtina dualî û mudaxilanekirina li karûbarên navxweyî yên welatên din û berçavgirtina rasitiyên dîrokî û hiqûqî û rewşa hestyar a niha ya navçê ye.