Îlon 14, 2017 09:53 Asia/Tehran
  • Qasimî: Girêdana  teqîna salên derbasbûyî li Arjantînê bi Îranê ve, komploya siyonîstî ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, kiryara terorîstî ya salên derbasbûyî li paytexta Arjantînê şermezar kir û tawanên ku li welatiyên îranî hatine girêdanê, komploya siyonîstî li dijî Îranê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Behram Qasimî, çarşemiyê şevê îdiayên  dubarebûyî û rezîl û pûç ên serokwezîrê Rejîma  Siyosnîtî li bara desthebûna Îranê li teqînên  salên buhurî li  Boynos Ayrêsê paytexta Arjantînê şermezar kir û got: Siyonîst û mafiyayên Arjantînê hewl didin ku sebebkarên rastîn  ên vê kiryarê ji cizayê bifilitînin.

 Berdevkê wezareta karên derve  ya  Îranê her wiha diyar kir: Armanca  îdiayên siyonîstan li bara teqîna  sala 1994`an  li navenda cihûyan li Arjantînê, xalifandina raya giştî ji cinayetên  Rejîma dagirkirê Qudsê  li warê binpêkirina  mafên mirovan li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye.

 Qasimî her wiha got: Em ji civaka  cîhanî daxwaz dikin ku bila jibo rawestandina  kuştina kesên bêguneh li Filistîna dagirbûyî- binpêkirina  serweriya  neteweyî ya Lubnanê û destdirêjiya  berdewam  ser welatên Îslamî û erebî û piştgiriya  ji tevgera  terorîzma dewletî ji aliyê rayedarên  vê rejîma zarûkuj bi awayekî cidî bikeve tevgerê.

 Li bombedanîna sala 1994`an  li avahiya çandî ya  cihûyan li Boynos Ayrêsê, paytexta Arjantînê, zêde ji 85 kes hatin kuştin û zêde ji 300 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyera Rejîam Siyonîstî û hin komên  hevdeng jibo xalifandina  raya giştî ji cinayetên  vê erjîmê li navçeyên  dagirbûyî, Îran tawanbar kirin ku li vê buyerê dest hebûye.

 Eva li halekeê ye ku  Îranê amadetiya xwe jibo hevkariya  bi Arjantînê re  li warê peydakirina  rasitiyên vê buyerê raghandiye.