Îlon 13, 2017 18:32 Asia/Tehran
  • Şandina taximek ji Meclisa Îranê jibo hilkolandina rewşa misilmanên Miyanmarê

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra îslamiya Îranê, ji şandina taximeka îranî jibo hilkolandina rewşa misilmanên Miyanmarê agahî da.

Elaedîn Birûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja çarşemiyê piştî civîna awarte ya vê komîsyonê jibo hilkolndina rewşa misilmanên Miyanmarê, got: Balyozê Îranê li Taylendê bi amadebûna li Miyanmarê, nîgeraniya cêdî ya Komara Îslamiya Îranê ragihande dewleta Miyanmarê û li ser pêwîstiya sekinandina pêvajoya şideta dijî misilmanên ruhîngiyayî pêgîrî kiriye.

Birûcêrdî bal kişand ser sefera berpirsên wezareta karên derve ya Îranê bo navçê bi armanca şandina alîkariyên mirovdostane yên Îranê bo misilmanên mezlûm ên ruhîngiyayî û herwih got: Wê nûnerek ji Meclisa Îranê jî ligel vê taximê jibo Miyanmarê were şandin ta ku li bara jinên aware yên ruhîngiyayî hin karan cih bîne.

birûcêrdî destnîşan kir: Îdiakerên rojavayî yên mafên mirovan, li hember  cinayetên Miyanmarê bêdeng mane û heta xelata Aştiyê ya Nobêlê jî jibo wezîra karên derve ya vî welatî jî tê dayîn, her ji ber vê çendê nihêrîna welatên rojavayî li mafên mirovan, nihêrîneka dirust nîne.

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, bal kişnad ser pêwîstiya ragihandina cîhanî ya li bara Miyanmarê û destnîşan kir: Komara îslamiya Îranê, wê di vî warî de pêşeng be ta ku dengê nerizamendiya gelan bigihîne guhê dewletan û bandorê dayne ser şiyarkirina hestên civaka mirovantiyê.

Di encama êrişên artêşa Miyanmarê ser misilmanên ruhîngiyayî yên li parêzgeha Raxînê li rojavaya vî welatî ku ji 25`ê Tebaxa buhurî ve dest pê bûye de, bi hezaran kes hatine kuştin û zêde ji 300 hezar kes aware bûnelmanên li Miyanmarê ji mafê welatîbûnê bêpar  in.