Îlon 13, 2017 18:31 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serleşkerî Baqirî û Emîr Hatemî

Serokê erkantîya gişt hêzên çekdar ên Îranê li hevdîtina digel emîr sertîp Hatemî wezîrê berevanîya welêt tekez kir: Pisporên pêşeya berevanîyê palpiştekî baş jibo hêzên çekdar in.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta berevanîya Îranê, serdar serleşker Mihemed Baqirî serokê erkantîya gişt hêzên çekdar ên Îranê îro li wezareta berevanîyê digel sertîp Emîr Hatemî wezîrê berevanîyê, ew fermandeyekî ku di nav hêzên çekdar da hatîye naskirinê, birayekî bawermend, peyrewê wilayet feqîhê, têkoşer, karzan û kara li cihanîna berpirsîyan zanî û got: Hivîdar im bi wezîrtîya te li vê wezaretxanê pêvajoya pêşketina pêşeya berevanîya welêt bidome.

Serokê erkantîya gişt hêzên çekdar ên Îranê li pişkeke axavtina xwe got ku pêşketinên berevanîya Îranê gellekî lezgîn in û dîyar kir: Hêzên çekdar iqtidar û şîyana xwe di warê berevanîya ji nizam û welatê islamî û parastina ewlehî û berjewendîyên netewî baş bi kar tînin û ewê jorda dibin û di vê rêyê de pisporên pêşeya berevanîyê jî palpiştekî gellekî baş jibo hêzên çekdar in.

Wî bal kişand ser çaverêtîyên rêberê giranqedir ê inqilabê wek fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Îranê ji wezareta berevanîyê û got: Wezareta berevanîyê divê jibo bihêzkirina xîmên berevanî û şîyana pêşîlêgirtinê ya Komara Islamî ya Îranê, bi awayekî taybet bala xwe bide ser koalîte, hejmar û xuliqkarîyê li berhemên jibo berevanîyê ji ber ku dijmin roja îro jibo ku derbê li Nizama Komara Islamî ya Îranê bidin, ya ji destê wan dikin.

Serleşker Baqirî herwiha got: Wezareta berevanîyê jibo jordabirina şîyana berevanîyê ya welêt divê hemî tivdîran bike û jibo bihêzkirin û dabînkirina çekên hewce jibo hêzên çekdar hewldana duberanber bixe destûrkara xwe.

Emîr Hatemî wezîrê berevanîyê jî qedrê erkantîya gişt hêzên çekdar ji ber piştgirîyên ji warê pêşeya berevanîyê girt û got: Pisporên pêşeya berevanîyê jibo serê xwe girtina ferman û çaverêtîyên rêberê giranqedir ê inqilabê di warê berfirekirina potansîyelên berevanîyê û dabînkirina hewcetîyên hêzên çekdar yê her hewlekê bidin.

Wî bi gotina vîya ku em ê piştgirîya ji Sipahê Pasdarên Inqilabê, artêşa Komara Islamnî û hêzên Intizamî bihêztir ji berê bidomînin, got: Li plana 4 salî ya pêşbînîkirî di warê mûşekî, hewayî û bejayî de em ê zêdetir hewl bidin ta ku hêza pêşîlêgirtinê û iqtidara berevanîyê ya Komara Islamî ya Îranê tevî dabînkirina ewlehîya mayinde ya netewî, peyama pêwîst bide dijminan.