Îlon 13, 2017 17:49 Asia/Tehran
  • Necefî: Helwest û pêngavên vê dawîyê yên Amerîkayê berovajî rêketinama dîrokî ya navokî ne

Riza Necefî nunerê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) li civîna Konseya Hikimdarên vê ajansê bal kişand ser rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê wek rêketinameyeke dîrokî ku qeyraneke nepêwîst kuta kirîye û tekezkirina Konseya Ewlehîyê li ser pêkanîna guhertinên bingehîn li jêrxana vê konseyê û danîna peywendîyên nû digel Îranê û got: Mixabin helwest û pêngavên vê dawîyê yên Amerîkayê berovajî rêketinama dîrokî ya navokî ne.

Riza Necefî nunerê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê vê sibê li axavtina xwe di vî warî de herwiha got: Rêketinama navokî jî wek rêketinamên din, ser vî esasî ye ku hemî alî bi awayekî tam li gorî nêta xêrê û di atmosfêreke kêrhatî û rêzgirtina dualî de pêngavan rakin.

Wî got: Piştî derbasbûna zêde ji 20 mehên cihanîna rêketinama navokî, cihanîna vê rêketinamê ji hêla alîyên din ve nemaze ji alîyê Amerîkayê ve hela nayê qebûlkirin û dewleta Amerîkayê berovajî esas û naveroka vê rêketinamê helwesteke nekêrhatî jibo lawazkirina cihanîna serketî ya rêketinama navokî girtîye ber xwe.

Nunerê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê herwiha got: Seredana vê dawîyê ya nunera Amerîkayê li NY bo bajarê Vîyenê bi armanca lawazkirina hitbara Ajansê mînakeke din ji nêta xirab û kiryarên nerast ên Amerîkayê ye.

Necefî herwiha got: Zordayîna ser Ajansê bi her wesîyelekê yê bandoreke xirab li prifişnalbûn û bêalîbûna karê Ajansê di warê cihanîna erkên xwe ji wan biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê û biryarnamên Konseya Hikimdarên Ajansê bike û bi vî awayî serxwebûn û hitbara karê Ajansê lawaz dike.

Necefî herwiha bal kişand ser biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê û rola bingehîn û serbixwe ya Ajansê û got ku kiryarên Ajansê divê wisa nebin ku pêşketina aborî û teknîkî ya Îranê sist bikin û ev ajansa jibo parastina nihênîyên ticarî, teknîkî û pêşeyî û agahîyên din ên sêkrêt ku Îran raberî Ajansê dike, ya ji dêstî tê divê bike.