Rûhanî: Aborîya ser bingeha berxwedanê sedema pêşketina aborîya Îranê ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Aborîya ser bingeha berxwedanê dikare hereketeke baş di rêka pêşxistin û geşepêdana aborîya Îranê de pêk bîne.
Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna desteya wezîran, bal kişand ser pêwîstîya berçavgirtina pîvanên aborîya ser bingeha berxwedanê û got: Navenda aborîya ser bingeha berxwedanê çalak e û ev aborîya yê bibe sedema pêşketin û geşepêdana aborîya Îranê.
Rûhanî herwiha got: Divê her kes hewl bide pêşketina aborîyê ya heyî veguhere geşatîya berbiçav a aborîyê li Îranê û di vê çaçrovê de berçavgirtina pêwîstîyên geşatîya aborîyê jî hewce ye.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bi bîr xist: Berhemanîn û geşatîya aborîyê li parêzgehên welêt divê bi palpiştîya potansîyelên xwecî be û pêkanîna derfetên karkirina mayinde jî bibe meseleya sereke li parêzgehên Îranê û dewlet di vî warî de alîkarîya ku dikare bike.