Îlon 13, 2017 16:41 Asia/Tehran
  • Qasimî: Şêwirîna wezareta karên derve ya Îranê bi rayedarên Miyanmarê re didome

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, got: Jibo sekinandina şidetên dijî misilmanên ruihîngiyayî, Komara Îslamiya Îranê, xwestiye ku taximek ji wezareta karên derve ya Îranê seredana Miyanmarê bike.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja çarşrmiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re, behsa şêwirînên balyozê Îranê li Taylendê bi rayedarên Miyanmarê re kir û herwiha got: Îniya vê hefteyê, wê taximek bi sergêriya Îbrahîm Rehîmpûr, alîkarê beşa Asya û Oqyanûsiyeyê ya wezareta karên derve ya Îranê, bi sefera bo Bengiladişê, here nav koma awareyan û wê ji nêz ve ji rewşa misilmanên rûhîngîya yên aware agehdar bibe.

Qasimî got: Balyozê Îranê yê li Taylendê, roja çarşemiyê bi sefera bo Miyanmarê, bi alîkarê wezîrê karên derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî û li ser rewşa herî dawîn a misilmanên vî welatî gotûbêj kir û li ser bidawîanîna demlidest a karesata mirovî û şidetên dijî misilmanên li Miyanmarê sekinî.

Qasimî destnîşan kir: Di vê hevdîtinê de, rayedarên Miyanmarê li ser bikaranîna narewa ya tundrê û terorîstan û dewama vê rewşê, hatin hişyarkirin û alîyê îranî li ser gotûbêja jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî sekinî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Îranê amadetiya vê yekê heye jibilî şandina alîkariyên mirovdostane, şêwirînên siyasî jibo çareserkirina mesela misilmanên li Miyanmarê bi kar bîne û amade ye alîkarîyên zêdetir jibo awareyan bişîne.

Di encama êrişên artêşa Miyanmarê ser misilmanên ruhîngiyayî li parêzgeha Raxînê li rojavaya vî welatî de ku ji 25`ê meha Tebaxa buhurî ve dest pê bûne, bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûne û zêde ji 300 hezar kes jî aware bûne.

Misilmanên li Miyanmarê, mafên wan ên welatîbûnê tuneye.