Îlon 13, 2017 16:34 Asia/Tehran
  • Zerîf: Tu seredaneka Ajansê nikare bibe heceta agehdariya ji nihêniyên Îranê

Wezîrê karên derve yê Îranê, destnîşan kir: Li gorî Lihevkirina Navokî ya Îranê ûKoma 5+1`ê, tu seredaneke lêgerên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, nikare bibe mihaneyek jibo agehdarbûna ji sir û nihêniyên Îranê.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja çarşemiyê piştî gihîşte balafirgeha Moskovê, li bara seredana lêgerên Ajansê ya navendên leşkerî yên Îranê ji nûçegîhanan re got: Li gorî protokola pêvek û Lihevkirina Navokî, li cihên ku îmkana çalakiyên navokî heye, dikare lêgerîn pêk bê.

Zerîf, destnîşan kir: Komara Islamiya Îranê û wisan ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, bi caran ragihandiye, di warê ragihandina cihnehatina çalakiyên ku nehatine ragihandin de, durist kar kirîye.

Wezîrê karên Îranê, herwiha bal kişande ser hevahengiya di navbera Îran û Rûsyê di warê Lihevkirina Navokî de û got: Rûsyê pişta Lihevkirina Navokî girtiye û her du welat li rêxistinên navneteweyî û peywendiyên çendalî, pişta helwêstên hevdu digirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê, li ser mêhwerên sefera xwe ya bo Sûçiyê jî destnîşan kir: Îran û Rûsyê, pirsgirêkên hevpar ên navçeyî hene û her du welatan karîne bi alîkariya jibo sûriyan, terorîstan paşda bibin û bi hevkariya baş a di navbera Têhran û Moskovayê de, rewşa Sûriyê baştir bûye.

Zerîf destnîşan kir: Yek ji mijarên ku jibo hevahengiya hertimî ya bi Rûsyê re pêwîst e, mijarên navçeyî û Sûriye ye ku di vê seferê de em ê bala xwe bidin ser vê mijarê û mijarên du û çendalî.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, roja çarşemiyê, jibo sefereka yekrojî û hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Rûsyê re û şêwirîna li ser alûgorên herî girîng ên navçê, seredana Sûçiyê li Rûsyê kir.