Îlon 13, 2017 08:08 Asia/Tehran
  • Qasimî:

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê qala şandina taximekê bi serokatiya Îbrahîm Rehîmpûr, alîkarê Asya û Oqyanûsiyê li wezareta karên derv ya Îranê, bo Bengiladêşê di roja Pêncşemiyê da kir û got: "Ev taxim hilgira alîkariyên însandostiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bo misilmanên Miyanmarê ye"

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî êvara Sêşemiyê li hevpeyivîna dige Fars News'ê bi gotina vê yekê ku tîmek ji Rêxistina Hîva Sor a Komara Îslamî ya Îranê jî hevrêtiya taxima îranî li vê sefera bo Bengildêşê dike, her wiha got: "Alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê ji rêya Bengiladêşê va dikevin ber destê misilmanên rohîngiyayî".

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha qala amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo damezirandina kampê û avakirina nexweşxaneya çolê li Bengiladêşê bona awareyên rohîngiyayî li gorî hevhatn û pêşwaziya dewleta vî welatî kir".

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi sfeera heftiya tê ya wezîrê karên derve yê Îranê bo Niyo Yurka Amerîkayê kir û got: "Mihemed Cewad Zerîf di dewama gotûbêjên xwe digel rayedarên hin welatan biryar e li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyo Yurkê digek hevta û rayedarên beşdar li vê civînê hevdîtinê pêk bîne û rewşa misilmanên Rohîngiyayê hilkolîne".

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî her viha got: "Komara Îslamî ya Îranê wê bi hemî hêz û şiyana xwe pişta misilmanên Miyanmarê bigire".

Ji roja îniyê 25 Tebaxê heya niha pêla  nû ya êrişên  serkutkirane  û destdirêjiya artêşa Miyanmarê li dijî misilmanên  Roîngiyayê li parêzgeha Raxînê, li rojava vî welatî, zêde ji 6 hezar kes hatine kuştin û 8 hezar kesên din jî birîndar bûne.

 Parêzgeha Raxînê ji sala 2012`an  bûye meydana  êrişên artêşa Miyanmarê û bûdaiyên  tundrê li dijî misilmanên  Rohîngiyayê. Milyonek misilmanên  Rohîngiyayê mafê welatîbûnê li Miyanmarê tine ne.