Deryadar Seyarî: Îran weke mecalekê li deryayê dinêre
Fermandê hêza deryayî ya stratejîk a artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Bikaranîna bi xuliqkarî ya çavkaniyên deryayî, gefê dike weke derfet û Îranê dike wekî welatekî bihêz û xurt.
Fermandê hêza deryayî ya stratejîk a artêşa Komara Îslamî ya Îranê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî roja yekşemiyê li merasima nimandina amûrên nivîsînê û pirtûkan bi mijara hêza deryayî li navenda hunerî ya Têhranê got: Îran xwediyê cih û şûna stratejîk a jepolîtîk a taybet e û derya jibo Îranê giring e.
Fermandê hêza deryayî ya stratejîk a artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku derya jî dikare him weke gefekê be û him jî derfetek be û destnîşan kir: Derya çavkaniya xwarekê û enerjiyê, geştyarî û veguhestinê bûye û sedî 90 ê derfirotin û derkirîna kelmûemlan li Îranê ji deryayê cih were.
Deryadar Seyarî bal kişand ser ser vê yekê ku 120 salan koloyalîzma Purtiqalê, Spanyayê û Brîtanyayê nehişin Îran deryayê bi kar bîne û got : Armanca kolonyalîstan dûrkirina Îranê ji çavkaniyên mal û heyitiyê û qawetan li deryayan bû.
Fermandê hêza deryayî ya stratejîk a artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser îdia û şantajên hin medyan derjheq lawazbûna Îranê jibo derbasbûna ji oqyanûsê û tekez kir: Îran li gorî qanûnên navneteweyî li oqyanûsa Etlesê û deryayên azad dê hizûar wê hebe.
Hêza deryayî ya artêşa Îranê heya niha 52 kompapor şandine avên azad û di rewşa bêewleh a kendava Edenê kariye bêyî tu pirsgirêkekê li bernameyên derfirotin û derkirîna niftê û neniftê ya Îranê, hevrêtiya zêde ji 4000 gemiyên niftkêş û ticarî heya navça ewleh bike.