Tebax 13, 2017 19:57 Asia/Tehran
  • Nûnerê Aşûriyan li meclisê: Îran welatekî ewleh ji bo kêmîneyên dînî ye

nûnerê Aşûriyan li Meclisa Şêwraya Îslamî got: ``Îran welatekî ewleh li navçeyê ye û kêmîneyên dînî li Îranê bi rêzdarî li kêleka misilmanan dijîn``.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nûnerê Aşûriyan li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Yûnatên Bit Kiliya roja Yekşemiyê li hevdîtina digel komeke nûçegihanên mêdyayên Tirkiyê li Têhranê bal kişande ser kêmîneyên dînî li Îranê û got:  ``Kêmîneyên dînî li Îranê mafên xwe yên beranber digel îraniyên din hene``.

Yûnatên Bit Kiliya got: ``Jiyana bi aştî ya şopînerên olên esmanî û hevgirtin û yekîtiya şopînerên olên Xwedayî li Komara Îslamî ya îranê mînakek ji bo welatên din e``.

Yûnatên Bit Kiliya her wiha amaje bi pesendkirina Pêşniyarqanûna sekinîna li hemberî şexwazî û kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê li navçeyê li parlimana Îranê kir û got: ``Piştrastkirina ji sedî 98ê nûnerên meclisê ya babetên giştî yên vê Pêşniyarqanûnê, karekî durust û di rêya sekinîna li hemberî siyasetên şerxwazî û terorîstî yên Amerîkayê li navçeyê ye``.

Nûçegihanên mêdyayên Tirkiyê jî li vê hevdîtinê xwestin ku peywendiyên dualî digel mêdyayên Îranê berfire bibin.