Nûça herî dawiyê ya belavbûna gaza kolorê li Dizfûlê, hejmara kesên bi jehrêketî gihêşte 475 kesî
Tebax 13, 2017 19:07 Asia/Tehran
Serokê zanîngeha zanistên pizîşkî yê Dizfûlê got: Hejmara bi jehrêketiyên buyera belavbûna gaza kolorê li Dizfûlê gihêşte 475 kesî.
Êvara şemiyê belavbûna gaza kolorê li bajarê Dizfûlê bû sedema bi jehrêketina hejmareke zêde ji şêniyên dizfûlî.
Li ser vê esasê û li gorî gotina Yûsif Perîdar serokê zanîngeha zanistên pizîşkiyê ya Dizfûlê hejmara bi jehrêketiyên vê buyerê gihêştiye 475 kesî.
Pêştir hejmara mexdûrên vê buyerê 362 kes hatibû raghandin.
Li gorî rapora Fars Newsê, pirsgirêka van kesên bi jehrêketî sivik û sade ye ku li navendên dermankirinê nexweşiya wan çareser bûye.
Hêjayî gotinê ye ku ev amara ji şeva derbasbûyî heya vê sibê hatiye komkirin.