Derfirotina nifta Îranê bo Hindistanê gihêşte rojê 502 hezar bermîlê
Wezareta niftê ya Îranê raghand: Komara Îslamî ya Îranê li Tîrmeha buhurî, rojê 502 hezar bermîl nifta xav firotiye heft şîrketên dewletî û taybet a Hindistanê.
Wezareta niftê ya Îranê roja yekşemiyê ragihand: Derfirotina rojê 502 hezar bermîlên nifta xav a Îranê bo Hindistanê li meha Tîrmehê pêka meha beriya wê, 83 hezar bermîl zêdebûna nîşan dide.
Li gorî raghandina Wezareta niftê ya Îranê, derfirotina nifta Îranê bo Hindistanê ji sala 2015an , ber bi pêş bûye û Îranê li sala 2015an û 2016an bi awayekî navendî rojê bi qasî 189 hezar û 451 hezar bermîlên nifta xav şandiye Hindistanê.
Navgîna derfirotina nifta xav a Îranê bo Hindistanê jî li 9 mehên sala 2017`an , 438 hezar bermîl li rojê bûye. Îranê her wiha li Tîrmeha 2017`an rojê zêde ji 2 milyon û 200 hezar bermîla niftê bo welatên asiyayî û ewrûpî daye.
Asta berhemanîna nifta xav a Îranê niha gihêştiye 4 milyon bermîlê li rojê.