Yekim neştergeriya dil bêyî bêhişiya tam
Yekim neştergeriya dil bêyî bêhişiya tam jibo cara yekê li rojava Îranê li navenda neştrgeriya dil a şehîd Brucerdî ya Sineyê cih hat.
Li gorî rapora IRIB Newsê, navenda Kurdistanê, Dr. Ebdulrehman pisporê pilebilind ê neştergeriya dil û demaran a navenda neştergeriya dil a şehîd Brucerdî ya Sineyê got: Bi beşdariya tîma pizîşkî, neştergeriya dil jibo cara yekê li navenda neştergeriya dil a şehîd Brucerdî ya Sineyê, neştegeriya dil bi awayê bêyî bêhişiya tam serketî cih hat.
Vî pisporê pilebilind ê dil bal kişand ser vê yekê ku îro nexweşekî 73 salî ku du dermarên dilê wî hatibûn girtinê hate neştergerî kirin û got : Bi dewama neştergeriyên bi vî rengî dikarin pêşiya xercên giran ji aliyê nexweşên ku jibo dermankirinê diçin parzêghên cînar û navenda welêt bigrin.
Wî got : Li vê neştergeriyê, nexweş tam hişyar dimîne û dikare hemî pirsên neştergeran bibersivîne. Lewma pizîşk dikarin bi pirsîna ji nexweş pê bihesin ku gelo lemeyên xwînê yên azadbûyî di mideha neştergeriyê gihêştine mejiyê wî anan û bi vî awayî nehêlin di dereqa neştergeriya dil, derbe li mejiyê bikeve.