Hevkariya Îran û Iraqê li warê jinavbirina tep û tozan
Wezîrê karên hundir, peywendiyên navbera Têhran û Bexdayê stratejîk da zanîn û got : Îran û Iraq dikarin bi îmzekirina hevhatinnameyê li warê çareserkirina tep û tozan,bi hev re hevkariyê bikin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina bi Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê li Têharnê serketina gel û dewleta Iraqê jibo rawestana li ber terorîstan pîroz kir û got: Her du welat dikarin hevhatinnameya ewlehiyê li warên curbicur ji wan rawestana li ber qaçaxa madên narkotîk, sûçên plankirî û hevkariya navbera polîsên du welatan wajo bikin.
Rehmaniyê Fezlî her wiha bala xwe kişand ser mesela tep û tozan û got : Mesela tep û tozê mijareke giring jibo gelê parêzgehên sînorî yên Îranê ji wan Xûzistanê li başûrê rojava Îranê ye û serokkomarên du welatan ser pêwîstiya hevkariyan li vê barê tekez kirine.
Wezîrê karên hundir ê Îarnê bal kişand ser ezmûnên hevkariya du welatan jibo lidarxistina rê û resma ERrbeînê û destnîşan kir: Jibo hêsankariya dayîna vîzeyê jibo ziyaretkirên îranî yên Erbeîna Huseynî îsal hin kar hatine kirin.
Qasim El-Ercî wezîrê karên hundir ê Iraqê jî got: Îranê peywendiyên berfireh tev gel, qewm û etnîk, û saziyên Iraqê heye û gelê Iraqê, helwestên Îranê li hember terorîstan tu carî ji bîr neke.
Wezîrên karên hundir ên Îran û Iraqê îro yekşemiyê li Têhranê hevhatian hevkariyê li bara lidarxistian merasima Erbeîna Huseynî wajo kirin.
Çawaniya lidarxistina rê û resma Erbeîan Huseynî(s), hatûçûyîn û ewlehiya ziyaretkiran, kontrola sînorên du welatan ji mêhwerên giring ên vê hevhatinnamê ne.