Tebax 13, 2017 16:13 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: ``Komên têrorîst di bin çavdêriya Amerîkayê da ne``

Dewsgirê Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê got: ``komên têrorîst ji aliyê tevgerên malî yên di bin çavdêriya Amerîkayê de tên piştgirîkirn``.

Dewsgirê Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê, Serdar Husêyn Selamî li hevpeyivîna bi kanala yekê ya Têlêvîziyona Îranê got: ``Amerîka ji rû ve nîşan dide ku şerê dijî DAIŞ`ê dike; Lê bi awayekî nehênî û veşartî reftareke tam kontrolbûyî digel vê komê heye û naxwaze ku vê komê têk bibe``.

Dewsgirê Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê her wiha amaje bi şehîdbûna vê dawiyê ya Muhsin Hucecî di rêya ramanên pîroz ên Înqilabê û ewlehiya komara îslamî ya Îranê li Sûriyê kir û ev şehîdê hêja nîşana mezinahiya gelê Îranê da zanîn.

Şehîd Muhsin Hucecî ji berevanên Heremê piştî hîsîrbûna bi destê çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê çarşemiya buhurî hat şehîdkirin.

Serdar Selamî li bara şêwaza hîsrbûnê û şehîdbûna bi mezlûmtî ya Muhsin Hucecî got: ``Hêzên DAIŞ`ê bi çend erebeyên bombekirî û taybetî xwekujan êrîşî wan dikin û bi vî awayî şer û pevçûn diqewime ku li vê şer û pevçûnê gişt şehîd dibin û Muhsin Hucecî tê dîlgirtin, ku ew jî piştî demekê tê şehîdkirin``.