Tebax 13, 2017 15:39 Asia/Tehran
  • Serleşker Ceferî: ``Înqilaba Îslamî şanaziya cîhanê ye``

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê got: ``Alîgiriya Înqilaba îslamî şanaziyek ji bo azadeyên cîhanê ye û Înqilaba îslamî ya Îranê jî şanaziya cîhanê ye``.

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî roja yekşemiyê li rêûrisma rêzgirtina li şehîd Muhsin Hucecî,ji  Berevanê Heremî, li bajarê Necef Abada Îsfehanê li navenda Îranê her wiha got: ``Cîhan ji ber çawaniya xurtî  ûqahîmbûna îranê tevî ewqasî boykot û dijminatiyan mat maye; Ji ber ku çanda jixwebuhurîn û şehadetê her cûre gefekê pûç dike û vedigerîne dijminan bi xwe``.

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê armanca damezirandina komên tekfîrî sekinîna li hemberî Înqilaba îslamî da zanînê û her wiha got: ``Huişyariya alimên Iraqê û piştgiriyên Komara îslamî yta Îranê, rola DAIŞ`ê li Iraqê lawaz kir``.

Serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî bi gotina vê yekê ku li pêşerojeke nêzik wê tu bajarekî Iraqê di bin dagirkeriya DAIŞ`ê da nebe, got: ``Amadetiyên ku roja Îro li nav gelê navçeyê ji bo piştgiriya ji Sûriye û Iraqê pêk hatiye, bûye sedem ku hevgirtineke bêmînak a navxweyî pêk were``.

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê koma têrorîst a DAIŞ`ê hêzên xetê yekem ê Rêjîma Siyonîst da zanînê û destnîşan kir: ``Têkoşîna li hemberî komên tekfîrî û têrorîst şerek e ku di çend salên buhurî da li navçeyê di navbera Înqilaba Îslamî û bereya batil da pêk hatiye û rewşê ji bo azadkirina Qudsê yanê hema soza îmam Xumêynî (RE), xîmdarê Komara îslamî ya Îranê xweş dike``.