Tebax 13, 2017 15:34 Asia/Tehran
  • Larîcanî: ``Armanca têrorîstan xerabkirina navê misilmanan e``

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê got: ``Cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê nîşan dide ku têrorîst çiqasî ji çanda îslamî dûr in û tu armanca wan ji bilî xistina duberetiyê û xerabkirina navê misilmanan tune``.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî li civîna eşkera ya roja Yekşemiyê tevî bibîranîna şehîd Muhsin Hucecî ji şehîdên Berevanê Heremê, got: ``Şehîdbûna Hucecî li meydana têkoşînê dersê fedakarîya di rêya armancê û bi vîn û morala xurt raber cîhana îro kir û têkoşîna îro li hemberî têrortîstan mînaka rûbirûbûna şopînerên Husêyn û Şopînerên yezîd e``

Şehîd Muhsin Hucecî ji berevanên Heremê piştî hîsîrbûna bi destê çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê, hat şehîdkirin.

Larîcanî cinayeta vê dawiyê ya têroîstan li Efxanistanê jî mînakek ji dûhatên ramana tekfîriyê da zanînê û got: `Gelo welatên erebî destê Amerîka û Rêjîma siyonîst li vê zilm û cinayeta dijî Umeta Îslamê nabînin?``

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê bi bîr xist: ``Amerîka û Rêjîam Siyonîst piştî têkçûna li şerê 33 rojî li hemberî Berxwedan  û Hizbullaha Libnanê bi armanca avêtina Duberetiyê navbera Umeta Îslamî, şer û pevçûnên têrorîstî bi rê xistin û hin welatên navçeyê jî agirê şer û pevçûnên navbera Umeta Îslamê gurr kirin.``

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê her wiha got: ``Wisa ku Hizbullaha Libnanê li şerê 33 rojî, Rêjîma Siyonîst têk bir, Huceciyên egîd û mêrxas jî wê dawîn têrorîstên têrorîstan radestî Amerîka û sioyonîst û kirêgirtiyên wan li navçeyê bidin``.