Tebax 13, 2017 15:19 Asia/Tehran
  • Meclisa Îranê babetên giştî yên pêşniyarqanûna sekinîna li hemberî kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê pesen kir

Nûnerên meclisa şêwraya îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê babetên giştî yên Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Têrorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê pesend kirin.

Bedrevkê Komsîiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derveyî ya Meclisa Îranê, Husêyn Neqewî Husêynî tevî xwendina rapora vê komîsiyonê li bara Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Terorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê, got: ``Li Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Terorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê, çarçêva Lihevkirina Navokî hatiye parastin û pêşniyarên vê pêşniyarqanûnê li dijî lihevkirina Navokî nînin``.

Ebas Iraqçî, Serokê îranî yê taxima çavdêriya li ser cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê jî got:? ``Ev pêşniyarqanûn beşek ji wan kiryaran e ku taxima Çavdêriay ser Lihevkirina Navokî ji bo sekinîna li hemberî plana Kongreya Amerîkayê pesen kiriye``.

Iraqçî got: ``Amûrên ber destê Îranê ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê tenê li çarçova lihevkirina Navokî nînin û Komara Îslamî ya îranê gellek îmkanên xwe ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê hene``.

Serokê îranî yê taxima şopandina cihanîna Lihevkirina Navokî destnîşan kir: ``Wezareta karên derve ya îranê pêşniyarqanûna dijî Amerîkayê ya meclisa şêwraya îslamî ya Îranê piştrast dike û pişta wê digire``.

Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Terorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê li 9 beşan pêkhatî ji 27 madeyan li Komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya meclisa şêwraya îslamî ya Îranê gihîştiye qonaxa dawiyê.

Ev pêşniyaqanûn pêkhatî ji babetên giştî, danasîn, diyarkirina stratejî, piştgiirya Amerîkayê ji terorîsmê, binpêkirina Mafên Mirovan ji aliyê Amerîkayê, siza û pêngavên beranberî kiryarên Amerîkayê, sekinîna li hemberî boykotên aborî yên Amerîkayê û piştgiriya ji welatiyên îranî ye.

Sênaya Amerîkayê roja 15`ê Hezîrana buhurî di dewama dijminatiya xwe digel Têhranê, pêşniyarqanûna giştalî ya boykotan li dijî Îranê bi navê qaşo ``Qanûna sekinîna li hemberî kiryarên nearamker ên Îranê - 2017`` pesend kir.