Tebax 13, 2017 13:14 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Zerîf û Îsmaîl Şêx Weled li ser bidawîanîna karesata mirovî li Yemenê

Wezîrê karên derve yê Îranê û Nûnerê taybet ê sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê li ser pêwîstiya bidawîanîna karesata mirovî li Yemenê û peydakiirna rêkarên siyasî yên giştalî pêgirî kirin.

Nûnerê taybet ê sikritirê giştî yê Rêxistina Neetweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê, Ismaîl Weled Şêx Ehmed ku roja şemiyê ji bo gotûbêja tev rayedarên Îranê sefera Têhranê kiribû, digel wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, hevdîtin pêk anî û li bara dawîn guhertinên Yemenê gotûbêj kir.

Îsmaîl Weled Şêx Ehmed her wiha digel Husêyn Cabir Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li warê erebî û Afrîqa hevdîtin pêk anî û li ser rêkarên alîkariya ji bo vejiyandina gotûbêjên siyasî û şandina alîakriyên însandostane ji bo gelê xeladîtî û din bin dorpêçê yê Yemenê gotûbêj kir.

Husêyn Cabirî Ensarî li vê hevdîtinê got: ``Serketin û hewildanên NY ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê girêdayî bi berçavgirtina bêalîtiya tam a vê rêxistinê ji bo pêk anîna pêbaweriyê di navbera aliyên şêrr e``.

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê jî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku qeyrana Yemenê rêçareya xwe ya leşkerî tune, sipasiya Îranê ji ber pişgiriyên vî welatî ji bo bidestxistina rêçareya bi aştî û pêkanîna Aştiyê li Yemenêî kir.

Rewşa mirovî ya Yemenê tevî derbasbûna 30 mehan ji destpêkiirna şêrr ji aliyê Rêjîma Siûdî, xerabtir bûye.

Ji her 120 yemeniyan, her rojê kesek ji ber ketina bi nexweşiya Kolêrayê canê xwe ji dest dide.

Zêde ji 400 hezar ji yemeniyan bi nexweşiya Kolêreyê ketine.