Tebax 13, 2017 13:04 Asia/Tehran
  • Hilkolandina plana sekinîna li hemberî kiryarên terorîstî yên Amerîkayê li meclisa Îranê

Hilkolandina pêşniyarqanûna bi girîngiya yekem a sekinîna li hemberî şerxwazî û karên terorîstî yên Amerîkayê li navçeyê ji bo pesendkirina dawiyê kete rojeva civînên gelemperî yên meclisa şêwraya îslamî ya Îranê.

Nûnerên meclisa şêwraya îslamî ya Îranê roja Yekşemê babetên giştî û hûrgiliyên vê pêşniyarqanûna bi girîngiya yekem hildikolînin.

Plana sekinîna li hemberî şerxwazî û kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê li navçeyê li 9 beşan pêkhatî ji 27 madeyan li Komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya meclisa şêwraya îslamî ya Îranê gihîştiye qonaxa dawiyê.

Ev pêşniyaqanûn pêkhatî ji babetên giştî, danasîn, diyarkirina stratijî, piştgiirya Amerîkayê ji têrorîsmê, binpêkirina Mafên Mirovan ji aliyê Amerîkayê, siza û pêngavên beranberî kiryarên Amerîkayê, sekinîna li hemberî boykotên aborî yên Amerîkayê û piştgiriya ji welatiyên Îranî ye.

Senaya Amerîkayê roja 15`ê Hezîrana buhurî di dewama dijminatiya xwe digel Tehranê, pêşniyarqanûna giştalî ya boykotan li dijî Îranê bi navê qaşo ``Qanûna sekinîna li hemberî kiryarên bêîstiqrarkir ên Îranê - 2017`` pesend kir.