Tebax 12, 2017 11:43 Asia/Tehran
  • Li bakurê Îranê ji ber lehiyê 13 kesan canê xwe ji dest da

Serokê Rêxistina Rêvebiriya Qeyranê ya Îranê qala mirina 13 kesan ji ber rabûna lehiyê li parêzgehên Gulistan, Xorasana Rezewî û Xorasa Bakur jiyan xwe ji dest da.

Serokê Rêxistina Rêvebiriya Qeyranê ya Îranê, Ismaîl Necar roja Şemiyê li hevpeyivîna digel ISNA`yê got: ``Heşt kes li parêzgeha Xorasana Rezewî (bakurê rojhilata îranê), çar kes li parêzgeha Gulistanê (li bakurê Îranê) û kesekî li Xorasana Bakur (li bakurê rojhilat), roja Îniyê ji ber rabûna laser û lehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Rêxistina Rêvebiriya Qeyranê ya Îranê got: ``Du kes jî li gundê Şêrîn Abadê li Elî Abada ketol li prêzgeha Gulistanê wenda bûne ku lêgerîna ji bo peydakirina wan hema wisa didome``.

Wî bi bîr xist: ``Vê lehiyê ziyanên zehf li binavahî û rêyan xistiye û heta niha alîakriya 400 kesî hatiye kirin``.

Li gorî gotina Mihemed Meqdûrî, alîkarê hevahengiyê li karên adevaniyê yê waliyê Xorasana Rezewî, renge hejmara kuştiyên lehiya berêvariya Îniyê li vê parêzgehê zêde bibe.

Ji ber rabûna lehiyê li parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê jî ziyan li hin gundên vê parêzgehê ketiye.

Hawargihanên Rêxsitina Hîva Sor a parêzgeha Simnanê li rojhilata Têhranê jî 150 geştyar ku tev erebeyên xwe li nav herî û lêmiştê li Şaristana Şahrûdê mabûn, filitandin.

Lêkirina tund a baranê li parêzgehên Gulistan, Gîlan, Xorasana Rezewî û Xorasana Bakur û Simnanê ji roja Pêncşemiyê dest pê bû û heta roja Îniyê hat domandin.