Tebax 11, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Trump hertim bi dû jinavbirina rêketinama navokî bûye

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li rûpela xwe ya şexsî li Tiwîterê nivîsî, serokomarê Amerîkayê hertim bi dû jinavbirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bûye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê vê sibê bi rexnegirtina dubare ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê idia kir: Îran girêdayîyê rêketinama navokî nebûye.

Mihemedcewad Zerîf wezîêr karên derve yê Îranê îro di vî warî de nivîsî: Donald Trump jibo ku tenê nemîne, hewl dide Îranê bi heceta derketina ji rêketinama navokî texsîrkar bide nîşandayînê.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Ev gotin nêta xirab a Trump li rex binpêkirina rêektinama navokî ji hêla Amerîkayê ve nîşan didin.

Wezîêr karên derve yê Komara Islamî ya Îranê çendekê berî niha got ku dewleta nû ya Amerîkayê bi dû astengkirina sûdwergiritna Îranê ji berjewendîyên rêketinama navokî ye û ev yeka binpêkirina vê rêektinamê tê hesêb.