Tîrmeh 18, 2017 13:25 Asia/Tehran
  • Dengê erê yê meclisa şêwra îslamî ya Îranê bo pêşniyareke lezgîn bona sekinîna li hemberî kiryarên terorîstî yên Amerîkayê li navçê

Nûnerên meclisa şêwra îslamî ya Îranê îro dengê erê dane pêşniyareke lezgîn bona sekinîna li hemberî liv û tevger û kiryarên terorîstî yên Amerîkayê li navçê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê îro sêşemê piştî pesendkirina pêşniyara qanûnî ya sekinîna li hemberî kiryarên terorîstî û liv û tevgerên Amerîkayê li navçê, got: ``Pêwîst e ku amerîkî vê peyama nûnerên meclisa Îranê fêm bikin``.

Larîcanî bal kişande ser viya ku pesendkirina vê pêşniyarê îrade û viyana nûnerên meclisa şêwra îslamî ya Îranê bona sekinîna li hemberî liv û tevgerên Amerîkayê nîşan dide û got: ``Siyasetên Amerîkayê nîşan didin ku ev welata hema hîn jî dijî xelkê Îranê dixebite û nûnerên meclisa Îranê jî bi hêz û qawet dê li hemberî van cure siyasetên Amerîkayê rawestin``.

Piştî pesendkirina vê pêşniyarqanûnê, nûnerên meclisa şêwra îslamî ya Îranê diroşma ``Mirin ji bo Amerîkayê `` bilind kirin.

Ev plana nûnerên meclisa şêwra îslamî ya Îranê bersivek bû li hemberî kiryarên vê dûmahîkê yên Kongreya Amerîka ku boykotên nû dijî Îranê sepandin.

Sênaya Amerîka 15ê Tîrmehê li dewama siyasetên xwe yên dijî Îranê plana boykotên nû dijî Têhranê ser navê`` Qanûna sekinîna li hemberî kiryarên bê nearamker ên Îranê - 2017`` pejirand ku plana hanê boykotên mûşekî, boykotên girêdayî bi terorîzmê û  cihanîna boykotên çekdarî digre ber xwe.

Li gorî Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê , qirar bû ku Amerîka  boykotên nû dijî Îranê nesepîne; lê Amerîkayê heta niha bi caran ev rêketin binpê kiriye.