Tîrmeh 18, 2017 11:52 Asia/Tehran
  • Zerîf: ``Bila Amerîka xwe neke tirrane; siyaseta guhartina nizama Îranê bê encam e``

Wezîrê karên derve yê Îranê got: ``Bila karbidestên Amerîkayê xwe nexapînin ji ber ku îmkana guhartina nizama Îranê tune``.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna duşemê şev li navenda Konseya peywendiyên derveyî ya Amerîkayê li New Yorkê bal kişande ser gotinên xwetêkelkir û dijî qayde û qirarên navnetewî yên karbidestên Amerîkayê li ser guhartina hikûmeta Îranê û got: ``Bila karbidestên Amerîkayê xwe nexapînin û tirranên xwe bi xwe nekin ji ber ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê qet nayê guhartin``.

Karbidestên Amerîkî ji wan Cêymz Matîs wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê vê dûmahîkê ragihandibûn ku bona ku peywendiyeke erênî di nav Amerîka û Îranê da çêbibe, pêwîst e nizama Îranê bê guhartin.

Zerîf li bersiva van cure gotinên karbidestên Amerîkayê bal kişande ser viya ku Waşîngtonê ji rûdawên bihurî qet ders wernegirtine û got: ``Ji ber ku hikûmeta îslamî li Îranê qanûnîbûn û qudreta xwe ji gelê Îranê wergirtiye, loma xebata bona guhartina nizama Îranê siyaseteke têkçûyî ye``.

Zerîf bal kişande ser viya ku karbidestên Amerîkayê hema ji destpêka serketina inqilaba îslamî ya Îranê siyaseta guhartina nizama Îranê wekî siyaseta xwe bi kar anîne û got: ``Gelê Îranê hema li hilbijartina vê dûmahîkê yê serokkomariyê 10 demjimêran rawestan ta ku serokkomarê xwe bibjêrin loma siyasetên wiha yên Amerîkayê dijî Îranê bê encam in``.

Zerîf herwisa got: ``Li navçê tu welatek wekî Îranê demokrasî têda tune``.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwisa boykotên Amerîkayê dijî bernama aşitîxwazane ya navokî ya Îranê jî nekêrhatî da zanîn û got: ``Pêwîst e Waşîngton van cure siyasetên xwe li hemberî Îranê biguherîne``.

Zerîf got: ``Çaxê ku Amerîkayê boykotên dijî Îranê destpê kirin, Îranê tenê 200 Santrîfiyoj hebûn lê piştî boykotan û li çaxê gotûbêjên navokî hejmara santrîfiyojên Îranê gihêştine 20 hezarî``.

Zerîf herwisa bal kişande ser qeyrana Yemenê û got: ``Tu kes ji şer û pevçûna Yemenê qazancê nake``.

Zerîf bal kişande ser viya ku tu hegerek tune welatên navçê bi hevra dijayetiyê bikin û got: ``Mesela çareserkirina qeyrana Yemenê dikare rewşê bona hevkariya di navbera Erebistanê û Îranê amade bike``.