Îranê amadetiya xwe jibo avedankirina Mûsilê raghand
Wezîrê maden, pêşe û ticaretê yê Îranê amadetiya welatê xwe jibo hevkariya li avedankirina bajarê Mûsila Iraqê ragahnd.
Li gorî rapora Anadolu Newsê,Muhemed Riza Nemetzade wezîrê maden, pêşe û ticaretê yê Îranê li bara amadetiya welatê xwe jibo beşdariya li karê avendakirina bajarê Mûsila Iraqê agahî da.
Wezîrê maden, pêşe û ticaretê yê Îranê ev nûçeya li hevdîtina bi taximeke iraqî li Têhranê raghand.
Nemetzade her wiha got : Îranê ezmûneke pir baş li avakirina navçeyên pêşeyî heye.
Wî got : Iraqê divê xopanên xwe avedan bike û beşên endazyarî û avahîçêkirinê berfireh bike.
Vî wezîrê îranî got ku welatê wî amade ye alîkariyê bide Iraqê jibo avendankirina binavhiyên vî welatî bitaybet li beşên nift û gaz, teşkîlata deryayî û ...