Tîrmeh 17, 2017 19:52 Asia/Tehran
  • Durûtiya Medya Welatên Rojavayê li raberkirina wêneya nedurust li bara Îranê

Birêveberê IRNA`yê, li hevdîtina bi taxima medyayî ya Spanyayê, xwest ku bûyerên Îranê ji aliyê medya welatên Rojavayê bi awayekî durust bên weşandinê.

 Muhemed Xodadî,birêveberê IRNA`yê, roja duşemê li hevdîtina taxima medyayî ya Spanyayê ji wan rêveber û sernivîskarên kovara Diplomat, rojnama  El Paisê, rojnama  La Rassonê û rojnama  Lavanguardia li Têhranê got : Beşek ji  fehmkirinên şaş ên welatên rojavayê  li peywendiya bi Îranê re vedigere ser kiryara medyayê welatên rojavayê.

 Xodadî rewşa siyasî û civakî li Îranê pêka piraniya welatên navçê biferq da zanîn û got : Mixabin  medyayê rojava  li hemberî kuştina gelê Yemenê ji aliyê Erebistanê bêdeng man û karesatên Yemenê bibaşî nehatin weşandin.

  Rêveberê IRNA`yê, her wiha  li bara çavkaniya terorîzmê û fanatîzmê li navçe û cîhanê got : Îran tim  pêşengê rawestana li ber terorîzmê bûye û divê medyayê rojava li bara  bingehên peydabûna  grûpên terorîstî ji wan El-Qaidê, DAIŞê, bereya El-Nusre û komên din ên  fanatîk û terorîstî lêkolînê bike.

 Taxima  medyayî ya Spanyayê jibo hevdîtin û gotûbêja  tev hin medyayê îranî sefera Têhranê kiriye.