Tîrmeh 17, 2017 16:26 Asia/Tehran
  • Wajokirina lihevkirina hevkarîyê di navbera şîrketên netewî yên nifta Îranê, Petropars û Toyo ya Japonê

Lihevkirinama xizmetên nûjenkirina alavan û jordabirina asta derxistina gazê li Meydana Selmanê li parêzgeha Hormizganê (li başûra Îranê), di navbera şrketên netewî yên nifta Îranê, Petropars û Toyo ya Japponê hat wajokirinê.

Li gorî rapora kanala ragihandinê ya nift û enerjîya Îranê (SHANA), ev lihevkirinama îro di mavbera Xulamriza Menûçêhrî alîkarê pêşxistin û endazyarîyê yê şîrketa netewî ya nifta Îranê, Hemîd Ekberî rêvebirê şîrketa Pêtroparsê û Hîroşî Sato rêvebirê ticarî yê dayra enerjîyê ya şîrketa endazyarîyê ya Toyo ya Japonê li Têhranê hat wajokirin.

Menûçêhrî li rex merasima wajokirina vê lihevkirinamê bal kişand ser rabhorîya hevkarîya baş a şîrketa Pêtroparsê ligel şîrketa Toyoyê li çiqên 6,7 û 8 ên Parsa Başûr û got: Vê şîrketê ji hêla ast û koalîteyê va karên baş li van çiqana kirine.

Alîkarê pêşxistin û endazyarîyê yê şîrketa netewî ya nifta Îranê bi gotina vîya ku ``danûistandina ligel şîrketên navnetewî bi armanca veguhestina têknolojîyê bo Îranê`` ji sîyasetên şîrketa netewî ya nifta Komara Islamî ya Îranê ye û tekez kir: Hevkarîya ligel şîrketa Toyoyê yê bibe sedema veguhestina zanist û têknolojîyê bo şîrketa Pêtroparsê.

Hîroşî Sato rêvebirê ticarî yê dayra eenrjîyê ya şîrketa Toyo ya Japonê jî li rex merasima wajokriina vê lihevkirinamê, bal kişand ser danûistandina baş a ku berê li Meydana Parsa Başûr hebû û hêvî kir: Vê hevkarîyê jî encamên baş jibo pêşeya nifta Îranê hebin.

Şîrketa endazyarîyê ya Toyo ya Japonê ji sala 1980`yî va li Îranê karên niftê dike û karên wê gişk li deverên hişk ên Îranê bûne û eva cara yekem e k udixwaze li perravên Îranê kar bike.

Meydana niftê ya Selmanê yek ji meydanên hevpar ên qedîmî ye ku nêzîkî sedî 70`yê wê li Îranê û ya mayî jî li Imaratê ye, ev meydana li parêzgeha Hormizganê ye û bilî niftê, gaz jî têda heye.