Serleşker Baqirî: Qaweta mûşekî ya Îranê nayê danûstandin û muzakirekirinê
Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, diyar kir ku qaweta mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê jibo berevaniyê ye û nayê muzakirekirinê.
Li gorî rapora Sipah Newsê,serdar serleşker Muhemed Baqirî, roja duşemiyê li civîna fermandeyên hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li Meşhedê bal kişand ser vê yekê ku hêza amadetî û berevaniya xwe jibo rawestana li ber gefên dijmin parastiye û jorde biriye û got: Îran bi sekinîna ser stratejiya pêkanîna zirûfan a ber bi pêş û berdewam a berevaniyê kariye tevî berevaniya ji sînorên welêt û alîkariya bo welatên mêhwera berxwedanê jibo rawestana li ber terorîstên tekfîrî, ewlehiyeke balkêş jibo gelê xwe pêk bîne.
Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha bal kişand ser gotinên mudaxilekirane yên rayedarên eskerî yên Emerîkayê ku behsa pêwîstiya guhertina nizamê li Îranê kirine û destnîşan kir: Rayedarên emerîkî bila hinekî maqûltir, hêjatir li bara Îranê ku bi serbilindî û xurtî li hember hemî komployan rawestaye, biaxivin.
Serleşkir Baqirî, serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser boykotên li dijî Îranê yên Senaya Emerîkayê û got: Gelê Îranê tim li hember nizama serdestîxwaz û îstikbarê bitaybet Emerîkayê rawestaye û rojbirojê xurttir buye lewma dê boykotên din jî bibin weke derfetekê jibo geşatî, pêşketin û serbixwetiyê.
Wî destnîşan kir: Danîna Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û grûpên terorîstî di rêzekê de û cihanîna boykotên bi vî rengî jibo sipahê ji aliyê Waşengtonê, rîsekeke mezin ji bo Emerîkayê û navend û hêzên wan li navçê ye.
Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha hilêxistian mijara lidarxistian giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê, destpêkek jibo çareserkirina pirsgirêkên nû li vê navçeyê da zanîn û tekez kir: Ev mijara qet ji aliyê cîranên Iraqê ve nayê qebûlkirin û parastina serbixwetî û yekperçetiya Iraqê ser xêr û kara hemî qewm û etnîk, mezheb û beşên curbicur ên vî welatî ye.