Tîrmeh 16, 2017 15:50 Asia/Tehran
  • Cabêrîyê-Ensarî: Hebûna hêzên îranî li Sûrîyê li gorî daxwaza dewleta Şamê bûye

Alîkarê pişka erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê got: Amadebûna hêzên îranî li Sûrîyê li gorî daxwaza dewleta vî welatî û lihevkirinên Têhran û Şamê bûye û girêdayîyê lihevkirina ti alîyekî din ê navçeyî û navnetewî nîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hisên Cabrîyê -Ensarî li rex hevdîtina ligel Alêksandêr Lavrêntîyêv nunerê taybet ê serokomarê Ûrsêtê li karên Sûrîyê li bajarê Têhranê, di warê lihevkirina Amerîka û Ûrsêtê jibo pêkanîna agirbesê li başûra rojavaya Sûrîyê de herwiha got: Lihevkirina alî û welatên din têkildarî Îranê heta heke serê xwe bigire jî, ti encamekeke piratîkî û kêrhatî libara hebûna Îranê nake.

Cabêrîyê-Ensarî herwiha got: Hêzên îranî bi awayekî bisînor û li gorî planê û anegorî daxwaz û lihevkriina tev dewleta Sûrîyê li vî welatî bicih bûne û ev bicihbûna bi merema vegerandina istiqrar û aramîyê li Sûrîyê bûye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îran bi tekezkirina ser pêwîstîya rola gelê Sûrîyê li warê kutakirina qeyrana li welatê xwe got: Komara Islamî ya Îranê bi dû kutakirina zûtirkê ya qeyran û bobelata insanî û pêvajoya kavilkirina berdewam li Sûrîyê ye.

Cabêrîyê -Ensarî herwiha bal kişand ser liv û tevgerên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst li mizgevta Aqsayê û got: Gelê Filistînê ti rîyek bilî berxwedanê li hemberî zêdexwazîyên Rêjîma Sîyonîst tinene û gel û welatên herêmê jî divê ji gêreyên navxweyî dûr bikevin û li rex gelê Filistînê cî bigirin.

Alîkarê pişka erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê hêvî kir: Pêvajoyên sîyasî atmosferê jibo kutakirina pevçûn û gêreyan li herêmê û bal kişandina ser meseleya sereke ya cîhana islamê ango meseleya Filistînê xweş dikin.