May 20, 2017 17:14 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiyê ya rayedarên navneteweyî bo Hesen Ruhanî

Serokkomarên Rûsye û Komara Azerbaycanê, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, berpirsê berê yê siyaseta derve ya vê yekîtiyê û serokê komîsyona siyaseta derveyî ya Meclisa Senaya Îtalyayê, li peyamên cida, bijartina dubare ya Hesen Ruhanî bo serokkomariya Îranê pîroz kirin.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên dewra danzdehemîn a hilbijartina serokkomariya Îranê ku roja îniyê li Îranê û 102 welatên cîhanê hate lidarxistin, Hesen Ruhanî, berbijarê vê hilbijartinê bi bidestxistina zêde ji 23 mîlyon dengan, careka din bû serokkomarê îranê.

Vlademîr Pûtîn, serokkomarê Rûsyê, roja şemiyê li peyamekê bo Hesen Ruhanî, serokkomarê bijare yê Îranê, Jibilî pîrozbahiya serketina wî li hilbijartina 19`ê Gulanê, destnîşan kir: Moskova amade ye hewldanên berfirehtir jibo geşkirina hevkariyên di navbera Îran û Rûsyê de û herwiha destûra xebatê ya navneteweyî cih bîne.

Ilham Elîev, serokê Komara Azerbaycanê jî jibilî pîrozbahiya bo Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, bi minasibeta bijartina dubare ya wî ragihand: Bakû pirr girîngiyê dide peywendiyên di navbera Komara Azerbaycanê û Komara îslamiya Îranê de û rewşa niha ya li peywendiyên di navbera du welatan de ku gihîştiye asta hevkariyên stratêjîk, sedema kêfxweşî û rizamendiyê ye.

Fêdêrîka Mogerînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî serketina Hesen Ruhanî li hilbijartinên serokkomariya Îranê pîroz kir û herwiha got: Ev yekîtiya bona dewama peywendiyên bi Îranê re di çarçoveya hevhatinnameya Navokî amade ye.

Xawiyêr Solana, berpirsê berê yê siyaseta derveyî ya yekîtiyê û Piyêr Fêrdînando Kazînî, serokê komîsyona siyaseta derveyî ya Meclisa Senaya Îtalyayê jî bijartina dubare ya Hesen Ruhanî wekî serokê Komara îslamiya Îranê pîroz kirin.