May 20, 2017 16:27 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên Îranê bûye mijara sereke ya mêdyayên cîhanê

Mêdyayên Rûsyayê pişkdarîya gelê Îranê li 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê li nav welêt û 102 welatên cîhanê, çaverênekirî wesif kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îtartas û Rusiya Segodina du ajansên nûçan ên sereke yên Ûrsêtê ji destpêka dengwergirtina duh va heta dawîya wê, çend rapor li bara hilbijartinên serokomarîyê û navendên dengwergirtinê li welatên din weşandin.

Îtartasê nivîsî ku pişkdarîya berfire ya gel li hilbijartinan tam aşkira ye û li rêzên dûr û dirêj li ber gellek navendên dengwergirtinê pêk hatine.

Sêkrêtêra civatên islamî yên Ingilîsê Meryem Miradî jî pişkdarîya berfire ya îranîyan li hilbijartinên serokomarîyê nîşaneke hevgirtina netewî li Îranê zanî û got, tenê îranî jibo pêşeroja welatê xwe biryarê dide.

Meryem Miradî sêkrêtêra civatên islamî yên Ingilîsê şeva buhurî bal kişand ser pişkdarîya hejmareke zêde ya gelê Îranê li hilbijartinên serokomarîyê û got, ev pişkdarîya pirreng nîşana hevgirtin û parastina mafê netewî ye.

Mişahid Husên Seyd serokê komsyona berevanîyê ya meclisa Sêna ya Pakistanê jî îro li gotbêja ligel ajansa nûçan a IRNA`yê got: zêdebûna peywendîyên di navbera Îran û Pakistanê da di dewra duyem a dewleta Hesen Rûhanî da tê çaverêkirin.

Kanala nûçan a Asyayê ser bi Singapûrê nivîsî: Îranî duh înîyê li hilbijartinên bi rikeberîyeke nêzîk a di navbera Hesen Rûhanî û Seyîd Ibrahîm Reyîsî da ku dikare bingehek jibo çaksazîyên aborî û civakî û zêdebûna danûistandina Îranê û cîhanê bin, çûn ser sandiqên dengdayînê.

Rojnama New Street Times`ê ya Malêzîyê jî têkildarî hilbijartinên Îranê bala xwe da ser îranîyên li Malêzîyê dijîn.

Kanala nûçan a ABC ya Australîyayê jî li bara hilbijartinên serokomarîya Îranê nivîsî, Hesen Rûhanî li hemberî reqîbê xwe yê sereke, bi hin astengî û pirsgirêkan re rûbirû bû.

Ajansa nûçan a fermî ya Fîlîpînê jî ku yek ji mêdyayên başûra rojhilata Asyayê bû ku bala xwe da ser hilbijartinên Îranê.