May 20, 2017 16:12 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Gelê Îranê û pergala Komara Îslamî serketîyê hilbijartinan in

Hezretê ayetulah Xaminêyî îro li peyamekê bi boneya 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê pêgîrî kir: Serketîyê hilbijartinan, gelê Îranê û pergala Komara Islamî ne ku tevî komplo û hewldanên dijminan karîne pêbawerîya vî gelê mezin bi awayekî berfire bidest bixin û di her dewreyekê da, coş û geşatîyeke nû nîşan bidin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê inqilaba Îslamî, hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba Îslamî di vê peyamê da herwiha got: Pişkdarîya berfire û bi coş a gel li hilbijartinan û rêzên dûr û dirêj ên dengdayînê li ber derîyên cihên dengdayînê li her derî û ji hemî qatên civakê, nîşaneyeke aşkira ji qahîmbûna xîmên serdestîya gelanî ya islamî û hebandina giştî ya welêt û pergala islamî bû û Îran û îranî li azmûna meydana kar û emelê, serfiraz û rûsipî kir.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha bi gotina vîya ku Îrana Îslamî careka din xêrnexwaz û kîndar û dexes paşda birin û got: Gel piştî hilbijartinan, bila di fikra yêketî û tifaqa giştî da bibe ku bê guman hokareke girîng a hevgirtin û îqtidara netewî ye û bila her kes hewl bide pişka xwe ya erka pêşdebirina welêt ber bi armancên mezin nas bike û bişopîne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha temî da serokomar û hemî kesên ku yê di dewleta tê da pişkdar bibin û pêkutî kir: Bila serokomar û desteya wezîran kar û hewldana bi moraleke tijî û li gorî hizrê û ciwanane jibo nehîştina pirsgirêkên welêt bikar bînin û yek bêhnî jî ji vê rêka rast xafil nebin û berçavgirtina qatên hejar, gund û deverên destkurt, berçavgirtina ewlewîyetan, sekinîna li hemberî gendelî û zîyan û pirsgirêkên civakî di rêzên yekem ên planên xwe da bicih bikin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî di vê peyamê da sipasîya hemî pişkdarên li hilbijartinan, merceên teqlîdê yên giranqedir û alimên hêja, bijareyên zanîngehan û yên sîyasî, çandî û hunerî, berbijarên serkomarîyê, hemî karbidest û kargêrên lidarxistin û çavdêrîya hilbijartinan, parêzerên ewlehîya hilbijartinan û herwiha mêdyaya netewî kir.

Li gorî encama tam a 12`emîn dewra hilbijaretinên serokomarîya Îranê ku duh înî 19`ê Gulanê li Îranê û 102 welatên cîhanê hat lidarxistin, Hesen Rûhanî bi zêde ji 23 milyon dengî careka din bû serokomarê Îrana isalmî.