May 20, 2017 15:51 Asia/Tehran
  • 18 zanîngehên Îranê li rêza zanîngehên herî baş ên cîhanê ne

Sergêrê malpera Zanistên Cîhana Islamê (ISC) got: Li rêzebendîya Laydinê ya sala 2017`ê, 18 zanîngehên Komara Islamî ya Îranê li koma 902 zanîngehên bijare yên cîhanê cî girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Mihemedcewad Dêhqanî sergêrê Malpera Zanistên Cîhana Islamê (ISC) herwiha got: Hilkolandina pergala rêzebendîyê ya Laydinê di sala 2017`ê da nîşan dide, Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şîrazê, Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Isfehanê, Zanîngeha Gîlanê û Zanûîngeha Azad a Zanist û Lêkolînan a Têhranê di lîsteya vê pergala rêzebendîyê cî girtine û hejmara zanîngehên Îranî yên di vê rêzebendîyê da hejmar ji 14 zannîgehan di sala 2016`an da giheştîye 18 zanîngehî di sala 2017`ê da.

Mihemed Cewad Dêhqanî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê di nava welatên islamî da di rêza yekem a hejmara herîzêde ya zanîngehan, Tirkîye bi 16 zanîngehan, Malêzî bi 5 zanîngehan û Erebistan bi 4 zanîngehan li rêzên din ên vê pilebendîyê da ne.

Wî herwiha got: Ji welatê Hindûstanê 20 zanîngeh, Fransa 24 zanîngeh û Australîya 25 zanîngehan di vê rêzebendîyê da cî girtine.

Sergêrê malpera Zanistên Cîhana Islamê (ISC) li dawîyê got: Laydin yek ji pergalên bihitbar ên rêzebendîya navnetewî li Holendê ye û her sal rêzebendîya li bara zanîngehên cîhanê kifş dike.