May 20, 2017 15:26 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran jibo hevkarîya ligel hemî welatên navçê amade ye

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku Îran bi merema pêkanîna aştîyê li navçê, jibo hevkarîya ligel hemî welatên navçê amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hevgavê seredana Donald Trump serokomarê Amerîkayê bo Erebistanê û dema şirovekirina helwest û sîyaetên Îranê yên têkildarî navçê, li nivîsarekê ku Rojnama Al Arabî Al Cedîd`ê weşandîye, nivîsî: Îran ji hemî welatên sozdarê aştîyê û hevkarîya navnetewî û herwiha ji tevayê welatên herêmê û cînar dixwaze ku li hemberî sênaryoyên ku armanca wan pêkanîna bobelatên insanî li navçê ye, bisekinin.

Donald Trump îro li yekem seredana xwe ya derve wekî serokomarê Amerîkayê îro nivîro giheşte Rîyaz paytexta Erebistanê.

Firotina çekan û wajokirina çend peymanên ticarî û aborî ji armancên seredana Trump bo Rîyazê ne.

Serokomarê Amerîkayê herwiha biryar e bi heceta têkoşîna dijî têrorîsmê, bi hejmarek serokên welatên islamî ji wan serokên welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê re li bajarê Rîyazê hevdîtinê pêk bîne û bi wan re li bara sekinîna li hemberî mêhwera berxwedanê li herêmê biaxive.