May 20, 2017 15:09 Asia/Tehran
  • Ruhanî bûye serokkomarê Îranê

Encama hejmartina dengên dewra 12-an a serokkomariya Îranê gihêşte dawiyê û Hesen Ruhanî bo 4 salên din jî bûye serokkomarê vî welatî.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir yê Îranê li press konferansa xwe ya îro şemiyê got: Sercem 41 milyon û 220 hezar û 131 kesan pişkdariya hilbijartina serokkomariyê kirin ku Hesen Ruhanî pê bidestxistina 23 milyon û 549 hezar û 616 dengan carek din wekî serokkomarê Îranê hate bijartin.

Rehmanî Fezlî destnîşan kir: li vê dewra hilbijartina serokkomariya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî Sadat karî 15 milyon û 786 hezar û 449 deng herwisa Mistefa Aqamîrselîm 478 hezar û 215 deng û Mistefa Haşimîteba  jî 215 hezar û 450 dengên pişkdarên dengdana hilbijartina serokkomariyê bînin destê xwe .

Dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê duh îniyê 19 Gulanê birê ket.

Hesen Ruhanî, Ibrahîm Reyîsî, Mistefa Haşimîteba, Mistefa Aqamîrselîm 4 berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê bûn.

56 milyon û 410 hezar û 234 kesan ji xelkê Îranê heqê wan yê pişkdariya li dengdana hilbijartinan hebûn û hatiye ragihandin ku sedî zêde ji 70 ji xelkê Îranê pişkdariya van hilbijartinan kirine.