May 20, 2017 11:44 Asia/Tehran
  • Encamên nû yên hilbijartinên serokomariyê li Îranê

Li gor encamên nû yên hilbijartinên dewra 12`an a serokomariyê li Îranê, Hesen Ruhanî zêde ji 22 milyon deng bi dest xistine.

Serokê Erkantiya Hilbijartinê ya Îranê Elî Esxer Ehmedî li Kanala Nûçeyan a Televîziyona Îranê ragihand ku zêde ji 40 milyon kesan li hilbijartinên dewra 12`an a serokomariya Îranê beşdarî kiribûn ku ji 38 milyon û 914 hezar û 470 dengan yên dirust 22 milyon û 796 hezar û 468 deng dane Hesene Ruhanî û 15 milyon û 452 hezar û 194 deng jî bûne para seyd Îbrahîm Reyîsî Sadat û 455 hezar û 211 deng dane Mistefa Aqa Mîrselîm û 210 hezar û 597 deng jî dane Mistefa Haşimî Teba.

Dema dengwergirtinê ya dewra 12`an a serokomariya Îranê û dewra 5`an a Konseyên bajar û gundan sê caran hate zêdekirin û heya saet 24 a roja înê 19 Gulanê vê dengdanê dom kir.

56 milyon û 410 hezar û 234 kesan li Îranê ji bo dewra 12`an a serokomariya Îranê û dewra 5`an a Konseyên bajar û gundan dikarîn dengê xwe bidin.