Encama destpêkê ya hilbijartina serokkomariya Îranê hat ragihandin
Li gor netîca destpêkê ya hilbijartina serokkomariya Îranê Hesen Ruhanî ji reqîbên xwe pêşdatire.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Netîca destpêkêye hilbijartina dewra 12-an a serokkomariya Îranê nîşan dide ku hesen Ruhanî ji kandîdayên dine vê hilbijartinê pêştire.
Hatiye ragihandin ku ji sercem 25 milyon û 182 hezar û 310 dengên dirust yên hatî hejmartin , Hesen Ruhanî 14 milyon û 619 hezar û 848 deng, Seyîd Ibrahîm Reyîs 10 milyon û 125 hezar û 855 deng, Mistefa Aqamîrselîm 297 hezar û 276 deng û Seyîm Mistefa Haşimîteba , 139 hezar û 331 deng anîne dest.
Wezareta karên Hundir ragihandiye ku netîca serekeye hilbijartina serokkomariya Îranê îro dê bê ragihandin.
Şeva bihurî Hevçaxî kutabûna dema qanûnî ya dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê, hejmartina reyî û dengan hema piştî kutabûna dema qanûnî ya hilbijartinan yanî ji saet 12 şeva îniyê destpê bû.