May 20, 2017 08:32 Asia/Tehran
  • Dengdana hemaseya hilbijartinî ya xelkê Îranê li medyayên cîhanê

Duh îniyê û piştî destpêbûna dema dengdana hilbijartina Îranê medyayên rojava ev rûdawa mezin li nav welêt şirove kirin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Duh îniyê û piştî destpêbûna dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê  medyayên rojava ev rûdawa mezin li nav welêt şirove kirin ku li vê çarçîvê da nûçegihanê telivîzyona Sûwîsrayê ragihand: Eva ku hema ji saetên destpêkêye hilbijartinê xelk bi berfirehî hatibûne ser sandiqên dengdanê nîşan dide ku ev hilbijartina dê bi coş bibe û xelkekî zav pişkdariya vê hilbijartinê bikin.

nûçegihanê Telivîzyona Otrîşî ya ``O.R.F`` li Têhranê jî ragihand ku Pişkdariya xelkê Îranê li vê hilbijartinê gelek berfireye û bê şik gelek li ser çarenivîsa gelê vî welatî jî bi tesîre, zêde ji 56 milyon ji xelkê Îranê li vê dewra hilbijartinê dikarin dengên xwe bavêjin sandiqên dengdanê û ev hilbijartina bo xelkê Îranê biryarekî girîng tê hisab.

Televîzyona Firance 24 jî li raporekî xwe destnîşan kir ku babeta herî girîng a vê hilbijartinê hizûra berfireh û bi coşe xelkê Îranê li ser sandiqên dengdanê bû.

Radyoya Întêr Firans jî duh îniyê li gotarekî xwe ser navê `` gelo hilbijartina serokkomariya Îranê dikare tesîrekî erênî li ser rojhilata navîn dayîne `` ragihand: Tesîra hilbijartina serokkomariya Îranê netenê li nav vî welatî tesîrên xwe yên erênî heye ku li ser meselên navnetewî jî tesîrên erênî dike.

Ajansa Firansayê jî li raporekî xwe ji Têhranê li bara hilbijartina serokkomariya Îranê nivîsî; Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê Îranê li demûgavên ewilêye destpêbûna dengdanê çûye ser sandiqa dengdanê û dengê xwe avête sandiqa dengdanê û û got: Çarenivîsa welêt hema li destê xelkê Îranê bi xweye.

Telivîzyona amerîkî ya CNN jî li raporekî xwe bal kişande ser pişkdariya berfireye xelkê li dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên  encumenên  Îslamî yên gund û bajarên Îranê û ragihand ku ji ber hizûra berfireye xelkê li ser sandiqên dengdanê çnd caran dema qanûnî ya dengdanê dirêj bû ta ku xelk bikaribin bi rehetî pişkdariya vê dengdanê bikin.

Ji ber pişkdariya dîrokî û berfireye gelê Îranê li dengdanên dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên  encumenên  Îslamî yên gund û bajarên welêt çar caran dema qanûnî ya dengdanê dirêj bû û xelkê Îranê heta saet 12 şevê ser wexta welêt çûne ser sandiqên dengdanê.

Helbet medyayên welatên erebî jî bi berfirehî raporên zav li ser birêketina dema dengdana dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên  encumenên  Îslamî yên gund û bajarên Îranê belav kirin ku rojnama Lubnanî ya El-Exbar li raporekî xwe ragihand: Li rewşa hestyare niha li Îranê û navçê hemûyan çavê xwe berdane ku kî dibe serokkomarê Îranê.

Rojnama Erebzimane Rayul-Yewm çapa Lundinê jî bal kişande ser hilbijartina serokkomariya Îranê û ji Komara îslamî ya Îranê wekî qudreta herî mezine navçê li rojavaya Asiyayê daye zanîn.