Dewama hejmartina dengên hilbijartina serokkomariya Îranê
Hevçaxî kutabûna dema qanûnî ya dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê hejmartina reyî û dengan destpê bûye û hatiye ragihandin li destpêkê netîca hilbijartina serokkomariyê û paşê jî netîca hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê têne ragihandin.
Li gor rapora IRIB News`ê, saet 12 şeva bihurî û hevçaxî kutabûna dema qanûnî ya dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê hejmartina reyî û dengan destpê bûye û hatiye ragihandin li destpêkê netîca hilbijartina serokkomariyê û paşê jî netîca hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê têne ragihandin.
Ji ber pişkdariya dîrokî û berfireye gelê Îranê li dengdanên dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên welêt çar caran dema qanûnî ya dengdanê dirêj bû.
Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, Hesen Rûhanî, Mustefa Aqamîrselîm û Mustea Haşimî Teba, çar berbijarên duwazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomariya Îranê bûn ku duh îniyê xelkê welêt dengên xwe dane wan.
Gor raporên wezareta karên hundir, 56 milyon û 410 hezar û 234 kes ji xelkê Îranê pişkdariya dewra 12-an a hilbijartina serokkomariyê û dewra pêncan a hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajarên Îranê kirin ku li 63 hezar û 500 navendên dengdanê hazir bûn û dengên xwe avêtine sandiqên dengdanê.
Herwisa li 102 welatên cîhanê jî 310 sandiqên dengdanê hatine danîn bona ku îraniyên derve ji welêt jî bikaribin dengên xwe bavêjin sandiqan û pişkdariya dengdana hilbijartina serokkomariyê bikin.
Hema ji dem û gavên destpêbûna dema dengdanê xelkê Îranê bi coşekî berfireh li nav hemû bajar û gundan li ser sandiqên dengdanê hazir bûn û ji ber vê berfirehbûna hizûra xelkê dema dengdanê 4 caran dirêj bû.
Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir yê Îranê li vê barê got: Gelê Îranê bi hizûra berfireye xwe carek din îspat kirin ku pêbendî armanc û erzişên inqilaba îslamî hene.
peyama herî girînge hilbijartina duh îniyê li Îranê hevgirtin û hevrêtiya xelkê tev nizama komara îslamî bû û bûye sebeba qahîmbûna xîm û binyata Îranê.
Hilbijartinên curbicur li nav Îranê nîşana rastîne îrada xelkê welête û nîşan da ku gelsalariya dînî dikare bibe sîstemekî kara ku xelk dikarin bi vê nizamê baweriyê bînin û roja îro xelkê Îranê baweriyekî tam bi nizama siyasî ya Komara îslamî ya Îranê hene.