Rapora nûçegihanê New York Times`ê li bara beşdariya berfireh a gelê Îranê li hilbijartinê
Nûçegihanê New York Times`ê li Têhranê dîtinên xwe ser beşdariya berfireh a gelê li hilbijartinê, li 15 salan mayîna xwe li Îranê xistin rojevê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Tûmas Erd Brînk, nûçegihanê New York Times`ê li Têhranê, nîvroya roja îniyê li wesfa beşdariay berfireh a gelê Îranê li hilbijartinên duwazdehemîn dewra serokkomriya Îranê nivîsî: Îro li Huseyniya Îrşada Têhranê, min rêzên herî dirêj li dereqa 15 salan mayîna xwe li Têhranê dîtin.
Nûçegiahnê rojnama emerîkî ya Losanclisê Times`ê li Stenbolê jî li twitter`a xwe nivîsî: Îraniyên rûniştiyê Stembolê jibo beşdariya li hilbijartinan rêzên dirêj pêk anîne û li derdora serkonsûlgeriya Îranê li Stembolê şad û geşatî pêk hatiye û bi sedan îranî li bendê ne dengê xwe bavêjin nav sindoqê.
Duwazdehemîn dora hilbiajrtinên serokkomariyê ya Îranê, hevgavê pêncemîn dora hilbijartinên Konseyên Îslamî yên gund û bajêran, îro îniyê li Îranê destpê bû.
Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, Hesen Rûhanî, Mustefa Aqamîrselîm û Mustea Haşimî Teba, çar berbijarên duwazdehemîn dora hilbijartinên serokkomariya Îranê ne ku îro îniyê li hilbijartinê hevrikiyê dikin.