Zerîf: Kiryara nû ya Amerîkayê li dijî Îranê kiryareke nebaqil e
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka ti carî sûd ji feydeyên Rêketinnama Navokî û cihanîna berpirsiyariyên xwe li Rêketinnama Navokî wernegirt û kiryara nû ya li dijî Îranê ya welatê hanê , nebaqil e.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê li gotûbêja tev nûçegihanan li bara dirêjkirina rawestandina boykotên Îranê ji aliyê dewleta Amerîkayê va û zêdekirina hin kes û şîrketna li lîsteya boykotên vî welatî got: ``Dewleta Amerîkayê rojekê berî roja diyarkirî, dirêjkirina rawestandina boykotan wajo kir lê dîsa jî hewl dide hin karan li kêleka wê bike û rewşê aloz bike``.
Zerîf her wiha got: ``Amerîkayê pêştir jî li halekî ku divê ragihandiba Îran ser berpirsiyarên xwe li gorî Rêketinnama Navokî sekiniye, ragihand ku naxwaze Îran ji Rêketinnama Navokî sûda herî zêde wergire û hin kes li lîsteya boykotên mûşekî zêde kirin.
Donald Trump serokkomarê Amerîkayê roja çarşemiyê hevgavê dirêjkirina rawestandina boykotên dijî Îranê li gorî Rêketinnama Navokî bi mehneya bernama mûşekî ya Îranê, 7 kes û şîrketên îranî û biyanî li lîsteya boykotên xwe yên navokî zêde kirin.
Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî roja pênşemiyê wek berteka li hember kiryara dewleta Amerîkayê bi daxûyaniyekê, zêdekirina hin kes û saziyan li lîsteya boykotên serasînorî û yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê şermezar kir û ew li dijî qanûnên navneteweyî da zanîn ku nayê qebûlkirinê.