Wezîrê Îtileatê yê Îranê: Hemî liv û etvegrên dijmin tên şopandinê
Wezîrê Îtileatê yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: ``Hêzên ewlehiyê yên Îranê her cure komploya dijminan, dê bi awayekî ciddî bibersivînin``.
Seyd Mehmûd Elewî, wezîrê Îtileatê yê Îranê, roja îniyê piştî beşdariya li duwazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomarî û pêncemîn dewra hilbijarinên Konseyên Îslamî yên gund û bajarên Îranê nav koma nûçegihanan diyar kir: ``Hişyariya hêzên ewlehiyê yên Îranê û lêzanînên wan ên berfireh bûye sedem ku her liv û tevgera ku derbeyê li ewlehî û aramiya welêt li heyamê hilbijartiê xîne, were naskirin û bêencamkirin``.
Wezîrê Îtileatê yê Îranê, Elewî her wiha beşdariya gel li hilbijartinan jibo welêt, wek hokara ewlehî û aramiyê da zanînê.
Duwazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomariya Îranê hevgavê pêncemîn dewra hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajêran siba îniyê li Îranê destpê bû.
Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, Hesen Rûhanî, Mustefa Aqamîrselîm û Mustea Haşimî Teba, çar berbijarên duwazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomariya Îranê ne ku îro îniyê li hilbijartinê hevrikiyê dikin.