May 19, 2017 18:00 Asia/Tehran
  • Wilayetî: ``Beşdariya gelê Îranê li hilbijartinê, bû sedema bêencambûna komployên dijminan``

Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê, beşdariya berfireh a gel li hilbijartinê, sedema bêencambûna komployên dijminan da zanîn.

  Elîekber Wilayetî, serokê navenda  lêkolînên  stratejîk a civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê, roja îniyê piştî beşdariya li duwazdehemîn dora hilbijartina  serokkomariyê û pêncemîn dora hilbijartinên  encumenên Îslamî yên gund û bajêran, nav koma nûçegihanan, serketiyê dawiyê yê hilbijartinê gelê Îranê da aznîn û got: ``Hilbijartin, sedema yekitî û nîşana  îqtidara nizamê û welêt e û  bi beşdariya  berfireh a gel, riya ronî û nûranî  ya Îrana Îslamî dê bidome``. 

 Wilayetî her wiha got: ``Nizama  demokrasiya olî li Komara Îslamî ay Îranê, bi piştîvaniya  gel, hemî armanc  pêşde birine``.

 Duwazdehemîn  dora hilbijartinên  serokkomariya Îranê, hevgavê pêncemîn  dora hilbijartinên Konseyên  Îslamî yên gund û bajêran, îro îniyê li Îranê destpê bû.

 Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, Hesen Rûhanî, Mistefa Aqamîrselîm û Mustea Haşimî Teba, çar berbijarên  duwazdehemîn  dora hilbijartinên  serokkomariya  Îranê ne ku îro îniyê  li hilbijartinê hevrikiyê dikin.